Ehmed Kaya

•Ağustos 21, 2008 • Yorum Yapın

Ez jî xwedî ramanake wisa azad im ku, dilsozîtiya bi hemû rêxistinan re red dikim.

Ez dixwazim welatê min, encamên xeraker ên dîroka nêzîk a xwe ji holê rake û vê yekê di hemû warên jiyanê de pêk bîne.

Ev têkoşîna min, li kîjan aliyê cîhanê dibe bila bibe, heta ku hebûn û çanda hemû neteweyên ku tune tên hesibandin bê qebûlkirin, dê neqede.

Hêviya min ew e ku, ev kaosa ku mirovatî pê re rû bi rû maye, di vê dîroka nû de ya ku bi 2000’î re dest pê dike re ji holê bê rakirin û dinya ji bo mirovan bê xweşkirin.

Xezeba min li wan kesan e, ku sûcê mirovatiyê dikin, jiyanê diherimîn, hin nirxan bi hovane xerc dikin, mirovan dihilhilîn û wan dixin nav êş û kulan.

Dîroka hiqûqê, dê bi wan kesên ku ez darizandime û sizandime ne serbilind be. Ez bi vê yekê dizanim û ez ji edaleta jiyanê pirtir bawer dikim.

Di destpêka serdemeke nû de, ez naxwazim, di serî gelê kurd ê ku bi êşê hatiye ceribandin û tu gelên cîhanê, berê xwe bidin çiyayan û bigirîn.

Gelo hûn ji min fêm dikin?

Ez ji we hemûyan re ji dil û can spas dikim.

Ahmet Kaya

* Daxuyaniya Ahmet Kaya ya nivîskî ku di sala 1999’an de, di domahiya doza xwe ya li Dadgeha Ewlekariyê ya Stenbolê de, ji çapemeniya Tirkiyeyê re şandibû.

Axaftina Sorbonê

Sorbon ’99

Merheba;

Ez mirovekî wisa me ku hemû jornasname û jêrnasnameyan red dikim. Tu sînoran nas nakim û xwe aîdî tu derî nabînim. Ez stranan dibêjim û bi milyonan mirov li stranên min guhdarî dikin. Ji gelek dozên ku der heqê min de hatine vekirin, ez têm darizandin û dixwazin gelek cezayê hepsê bidine min. Sûcê min jî ev e, ku min gotiye, ez bi eslê xwe kurd im û min xwestiye bi zimanê kurdî stranekê bibêjim. Ez bawer dikim ku ev kurteagahî ji bo ku hûn bikaribin min û welatê ku dixwaze min darizîne nas bikin, bes e.

Ez îro pê serbilind im ku ez di nav van axivkerên hêja de me. Ji dûr ve jî be, ez dizanim ku ew bi fikr û nêzîktêdayînên xwe, vê çax û serdema me rast analîz dikin. Ez bawer dikim ku, civîn û guftugoyên wiha, dê rê li ber mirovatiyê vekin. Ez hestan diafirînim, axivkerên rêzdar jî fikran diafirînin… Ez dizanim ku pêwîstiya me bi hev heye û heta ku sernavê rojevê ‘mirov’ û pirsgirêkên mirovan be, ev dê wiha be. Bi destûra we, wekî mirovekî hestafirîndêr ez dixwazim der heqê mijara civînê de fikrên xwe bi kurtayî bi we re parve bikim.

Weke her mirovekî ku pêwîst bike ku ez jî bi nasnameyeke çandî bêm nasîn, ez hemwelatiyekî Komara Tirkiyeyê yê bi eslê xwe kurd im. Li gorî min kurd Sinderellaya Komara Tirkiyeyê ya 75 salî ne. Di domahiya van 75 salan de hin gotinên ku kurd bi tirkî hîn bûne ev in: Neteweyeke bi navê kurd nîn e, zimanekî bi navê zimanê kurdî nîn e, çandeke bi navê çanda kurdî nîn e, Xwezî bi Wî ku Dibêje Ez Tirk im… Lê li vir çi axivker çi jî hûn wekî guhdar, haya we ji hebûna neteweyeke wiha heye û hûn vê neteweyê û çanda wê dinasin, ez ji vê bawer dikim. Vê dîtina fermî ya ku ev 75 sal in neguheriye, kiriye ku du gelên bira (gelê kurd û tirk) gelek êşan bikişînin.

Li rojhilatê Tirkiyeyê di van pazdeh-bîst salên dawiyê de li qehwexaneyên ku gel lê rûdine, bi îmzeya Rêveberiya Awerte, nivîsên wekî “Li vir bi kurdî axaftin qedexe ye” hatine daleqandin. Herî zêde bi saya van kirinên derî aqil û înkarkirina vî gelî, şerê li vê herêmê ev qasî domiyaye.

Beriya çendekê li Meclîsa Tirkiyeyê mebûsekî, di nav zimanên ku ew dizane de kurdî jî got, li ser vê yekê mebûsên muhafazakar rabûn ser piyan. Ku dewlet li hemberî zimanekî ku bi milyonan kes pê diaxivin helwesteke wiha bigire, ma dikare zimanê kurdî ku nîşaneya hebûna kurdan e û maf û dewlemendiyên xwe biparêze?

Suleyman Demîrelê ku niha serokkomarê Tirkiyeyê ye, dema ku di sala 1991’ê de bi serokê demokrat sosyal Erdal Înonu re çûbû rojhilata Tirkiyeyê got, “Em rastiya kurdan qebûl dikin”. Piştî wê rojê bi neh salan, ez herî baş dikarim xwe wekî nimûneya pêşketina rewşê bidim. Ji ber ku min xwest ez bi zimanê xwe yê zikmakî yê ku ez pê nizanim û hema ji roja roj de qedexe ye stranekê bibêjim û ji ber gotineke min a wekî ya serokkomar ku min gotibû, “Divê hûn rastiya kurdan qebûl bikin” ez niha ji xak û çanda xwe dûrketî me.

Tirkiye li şûna ku texrîbatên dîroka xwe ya nêzîk ji holê rake, rojeva xwe bi kîn û nefreta beşeke civatê xitimandiye. Alîgirên vî şerê pazdeh salan, bi vê kîn û nefretê yan xwe ji êşên hev du re kerr dikin an jî aliyekî ji yê din kêmtir meşrû dibînin. Tedbîrên ku ji bo parastina yekîtiya neteweyî tên girtin, kirine ku hezkiriya di navbera her du birayan de ber bi xerabûnê ve biçe.

Li gorî min ev dîroka ku li ber sersala 2000’î ye, divê bibe dîroka çareserkirina kaosa mirovatiyê û divê bibe dîroka têkoşîna xweşkirina jiyanê ya ji bo mirovan; ji ber ku pêwîstiya hemû dîrokên rûreş bi vê rûspîtiyê heye.

Di van salên li ber 2000’î de, li welatê min otorîte, hêj jî bi mantikê bavkanîtiyê nêzîkî gel û pirsgirêkên gel dibe… Dilsozî! Belê, ji otorîteyê re dilsozî û ‘li ser zemînên meşrû talepkirina mafan’… Divê mirov pêşî bipirse bê ka ev ‘zemînê meşrû’ çi ye. Ev, bi tenê zemînê ku otorîteyê li ser me ferz kiriye. Ku li welatê min demokrasiyeke li ser esasên gerdûnî hebûya, dewleta ku bi artêşê re bûye yek, dê nexwesta ku gelê kurd jê re dilsoz be û rastiyên xwe bêyî pirsiyarîkirin qebûl bike. Lê tiştê ku ji gel tê xwest ev e. Miletekî wisa dixwaze ku, tercîhên dewletê qet nîqaş nake û rastiyên xwe jî li gorî rastiyên dewletê dinirxîne…

Dewlet dixwaze bibe xwedî miletekî wisa jê re dilsoz ku ew milet qîma xwe bi mekanîzmeya rêveberiyeke otorîter bîne. Hemû vesazandinên qanûnî û makeqanûnî jî li gorî vê mantikê tên amadekirin. Lê xwestina her dilsoziyekê bi civakê re bi awayekî xwezayî gumanan çêdike. Di demokrasiyê de peyva ‘dilsoziyê’ cih nagire. Nemaze dilsoziya ji bo îdeolojiya fermî!

Civakên ku deriyê xwe heta piştê ji pirdengîtî û pirçandîtiyê vekirine, di nav van deng û rengan de kêfa vê armoniyê dikin, lê rengê civakên ku xwe bi gewr pêçane, di her çaxeke nû de ber bi tarîtiya matemê ve diçe.

Drama dîroka mirovatiyê ya herî mezin ew e ku, her çiqas bi xewn û xeyalên nû gav diavêjin çaxên nû, lê ji ber ku li gorî qanûnên ne bi dilê xwe dijîn, di nav tenêtiyê de dibînin û dimirin.

Tenêtiya gelê kurd kiriye ku ew ev qasî mezin bibe û bi diyarnekirina qedera xwe bikeve rojeva cîhanê. Ji sedsala çûyî bi tenê êş û şîn ji para vî gelî re ketiye. Di destpêka çaxeke nû de, ez naxwazim di serî de gelê kurd ê ku bi êşan re rû bi rû maye, hemû gelên cîhanê êdî berê xwe bidin çiyayan û bigirîn.

Ez spasî we hemûyan dikim.

Ahmet Kaya

*Axaftina Ahmet Kaya, ya di sala 1999’an de li Parîsê di civîna bi navê Mafên Mirovan a Zanîngeha Sorbonê.

Hello world!

•Ağustos 21, 2008 • 1 Yorum

Welcome to WordPress.com. This is your first post. Edit or delete it and start blogging!

 
Takip Et

Her yeni yazı için posta kutunuza gönderim alın.